Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 6:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Bi vî awayî, çaxê Xwedê xwest ku hê bêtir nîşanî wêrisên sozê bide ku armanca wî nayê guhertin, wî soz da û bi ser de jî sond xwar.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Бь ве йәке Хԝәде хԝәст ԝанарʼа, йед кӧ ԝе соз же бьстандана һе бьда кʼьфше, кӧ әԝ ԛьрара Хԝә нагӧһезә, иди созе Хԝә бь сондхԝарьне шьданд.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بَجا وقته گو خدا خاست عوض نَبونا آماجا خو بُ وارِثه وه وَعده آشگَراتِر نیشان دَت، بِ سونده اَو ضمانت گِر،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 6:17
31 Iomraidhean Croise  

Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.


Çimkî Xwedê kʼîjana dibijêre û pʼêşkʼêşa dide kʼê, wê yekêda ne pʼoşman e.


Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî.


Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Bi bawerîyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêrʼa soz dabû. Û çadirada tʼevî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyîyêd wî warê sozdayî bûn.


Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.


Rʼast e meriv pê serê yê ji xwe mestir sond dixwin û sond hʼemû şerʼ-deʼwê nava wanda safî dike.


Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan