Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 6:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Хԝәде сәр нәһәԛийе нинә, ԝәки кьред ԝә у әԝ һʼьзкьрьна кӧ ԝә бона наве Ԝи да кʼьфше бир бькә, йа кӧ ԝә щьмәʼта Хԝәдерʼа хьзмәткʼари кьр у дькьн жи.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 چون گو خدا به انصاف نینَ گو عمله وَ و اَو مُحبّتا گو وَ بُ ناوه وی، ناو خِذمَت گِرِن بُ اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ دا نیشان دایَ و اون هِشتا ژی خِذمَته دِگَن، بیراخو بِبَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 6:10
48 Iomraidhean Croise  

Û ewê ku tʼase ava sar jî dide yekî ji van biçʼûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê tʼu car heqê xwe unda neke».


Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›.


Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin.


Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê ku tʼase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn pʼara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.


Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin.


Derheqa kʼomekdayîna cimeʼta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez werʼa binivîsim.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, merʼd bin û pʼarevekirinêrʼa jî hazir.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.


Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.


Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan