Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 4:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Çimkî, wek ku Mizgînî ji wan re hat dayîn, ji me re jî hat dayîn. Lê belê peyva ku bihîstin bi kêrî wan nehat, çimkî yên ku peyv bihîstibûn, bi baweriyê ve nekirin yek.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Чьмки мәрʼа жи әԝ Мьзгини һатә дайине, чаԝа ԝанрʼа. Ле бәле әԝ Мьзгинийа кӧ ԝан бьһист кʼар нәда ԝан, чьмки әԝ йәк баԝәрийева гьре нәдан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 چون گو خَبَرا خوش هَ وِسا گو گَهَشتَ وان، گَهَشتَ مَ ژی، بله پیاما گو اَوان بیهیست چه خِیر بُ وان چِنَبو، چون گو اَو بِ ایمانه، گَل اَونه گو گوهه خو دانه دا نَبونَ یگ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 4:2
20 Iomraidhean Croise  

Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Belê kʼara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê ditʼerʼibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî.


Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?


Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, tʼu kʼar nagihîje min.


Ez tʼenê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We Rʼuhʼê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê?


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


Hûn zanin ku cara pêşin bêsihʼetîya qalibê min bû meʼnî, min Mizgînî da we.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin.


Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.


Awa hinekê bikʼevine wê rʼihʼetîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nekʼetinê.


Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan