Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 3:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Һаш жь хԝә һәбьн хушк-бьрано, нәбә кӧ нава ԝә йәкида дьләки хьраб у нәбаԝәр һәбә, кӧ пьшта хԝә бьдә Хԝәдейе сах.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 گَلی بِرایا، هیشیار بِن گو وِسا له نَیِت گو چی یگ ژه وَ، دلَگه پیس و به ایمان هَبیت گو وَ ژه رِیا خدایه حَیّ و حاضِردا دَرخینیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 3:12
37 Iomraidhean Croise  

Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Îsa caba wan da û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne,


Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda werʼa got.


Haş ji xwe hebin! Hʼişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kʼengê wextê pêrʼa bigihîje.


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Çimkî heger hʼeyfa Xwedê çʼiqilêd binyatʼî nehat, hʼeyfa Wî wê te jî neyê.


Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin


Tiştekî tirs û xof e, ku bikʼevine destê Xwedêyê sax!


Lê yê ber Min rʼast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vekʼişe, Ez wî begem nakim».


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Lê hûn nêzîkî çʼîyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma eʼzmana û nêzîkî wê kʼombûna rʼengîne milyakʼetêd bêhʼesab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li eʼzmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku hʼakimê hʼemûya ye û nêzîkî rʼuhʼêd rʼasta bûne, yêd ku gihîştine kʼamiltîyê


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Lema jî hʼîlê Min ji wî nisilî çû û Min got: ‹Dilada tʼimê ew xalifî ne û rʼîya Min nas nekirine›.


Îdî em dibînin ku evana ji dest nebawerîya xwe nikaribûn bikʼetanayê.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan