Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 13:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: «Ez tu caran te nahêlim, Ez tu caran te bernadim.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Пʼәрәһʼьзи бьра нава жийина ԝәда щи нәгьрә у дәстед ԝәда чьԛас һәйә, рʼази бьн, чьмки Хԝәде гот: «Әзе тʼӧ щар жь тә нәчьм у тʼӧ щар тә бәрʼнадьм».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ژیانا خو ژه هَژه گِرِنا دِراوی دور خُدان گَن و راستا هَچی دِشدا گو وَ هَیَ دا قانع بِن، چون گو خدا گُتیَ: «اَز چه جارا تَ ناهِلمَ تِنه، و اَز چه جارا تَ بَرنادَم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 13:5
46 Iomraidhean Croise  

Li ser dinê xiznê xwerʼa necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin.


Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca?


Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.


zinêkʼarî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, çʼeʼvê xirab, buxdanbêjî, kʼubarî û bêaqilî.


Eskera jî ji wî pirsî: «Lê em çi bikin?» Ewî wanrʼa got: «Kesekî neşêlînin, bêbextîyê li xelqê nekin û bi heqê xwe rʼazî bin».


Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.


Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo,


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe.


xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-kʼetî ne, lê ne undabûyî ne.


Lê hʼeta navê qavîyê û her hʼeramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeʼta Xwedê nakʼeve.


Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.


Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan