Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 12:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Иди һаш жь хԝә һәбьн, нәбә кӧ һун Әԝи ԝәрʼа хәбәр дьдә тʼәхсир кьн. Һәгәр әԝед кӧ ль сәр дьне Муса тʼәхсир кьрьн, кʼижани кӧ тʼәмийед Хԝәде дьдан хьлаз нәбун, иди әме чаԝа бькарьбьн хьлаз бьн һәгәр әм пьшта хԝә бьдьнә Йе кӧ жь әʼзмана мәрʼа хәбәр дьдә?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 هیشیار بِن گو اون رویه خو ژه اَوه گو قِسَ دِگَت، نَزُورینِن. هَگو اَونه گو گوهه خو نَدانَ اَوه گو سَر رویه عَردی هُشدار دِدا وان، نَگارین ژه جَزایه بِحلِن، ایجا هَگو اَم قِسا اَوه گو ژه اَسمانی هُشداره دِدَتَ مَ رَد گَن، اَمه چاون ژه جَزایه بِحلِن؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 12:25
36 Iomraidhean Croise  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî».


Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Wê guhê xwe ji rʼastîyê dagerʼînin û pey çʼilovîskîya kʼevin.


Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


ku li wir borʼî lê dikʼet û dengê gotinê dihat. Gava yêd ku ev deng dibihîstin, hîvî dikirin, ku îdî xebereke din wanrʼa neyê gotinê,


Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.


Çil salî hʼîlê Xwedê ji kʼê çû? Ne ji wan çû, yêd ku gune kirin, cinyazêd wan berʼîyêda man?


Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir».


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan