Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 10:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Бьра әм дәст жь льһәвщьвине нәкʼьшиньн, чаԝа кӧ һьнәка хԝәрʼа кьрийә хәйсәт, ле әм дьл бьдьнә һәв у һе зедә, чьмки һун дьбиньн кӧ Рʼожа Ахрәте незик дьбә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 و ژه خِربونا دُرا یِگودو غافل نَبِن، وِسا گو بُ هِندَ مِرُوا بویَ عادَت، بَلگو اَم یِگودو تشویق گَن، مخصوصَن ژی نَهَ گو اون نِیزوک بونا رُژا زُوِرینا خاده بِ چاوه خو دِبینِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 10:25
32 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Çimkî kʼîderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me».


Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike.


Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk rʼastî me hat, ku rʼuhʼê kʼoçʼektîyê pêrʼa bû, evê bi wê kʼoçʼektîyê xweyêd xwerʼa pʼirʼ kʼar danî.


Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn.


Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.


Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.


yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.


Awa hûn ku dicivine cîkî, eva nabe şîva Xudan ku hûn dixwin,


Heger tʼemamîya civînê pêva bicive û hʼemû jî zimanêd xerîb xeber din, hingê hineke nezan yan nebawer bikʼevine hindurʼ, wê nebêjin: «Evana dîn bûne»?


Lê belê yê ku pʼêxembertîyê dike, ew mêrivrʼa xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê.


lê bi çi tiştî jî çêke, şixulê her kesî wê eʼyan be, çimkî ew Rʼoj wê bide kʼifşê, ewê bi êgir eʼyan be û kirê her kesî çi hʼalîda be, agirê bicêrʼibîne.


Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e.


Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.


Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.


Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hʼizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev.


Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinrʼa, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe.


Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min werʼa kin nivîsî.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin,


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Ev ew meriv in, yêd ku dutîretîyê dikin, yêd ku bi merivayî têne rʼêberîkirinê, ne ku bi Rʼuhʼê Pîroz.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan