Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Îbranî 10:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin; çimkî ew ê ku soz daye ewledar e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Дә әм ԝе гӧмана кӧ әм иԛрар дькьн ԛәԝин бьгьрьн у жь щи нәһʼәжьн, чьмки амьн ә, Әԝе кӧ соз дайә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 وَرِن گو اَم به هِنده گو شِگ گَن، خو قاهیم بِوَ وه اُمیدا گو مَ اعتراف گِریَ بِگِرِن، چون اَوه گو وَعدَ دایَ وفادارَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Îbranî 10:23
16 Iomraidhean Croise  

Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn tʼevî Kurʼê Wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin.


Cêrʼibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêrʼibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêrʼibandinê. Ewê cêrʼibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.


Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.


Amin e Ewî ku gazî we dike, wê mîyaser ke jî.


Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.


usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye


Bi bawerîyê Birahîm, ku zanibû Serayê zarʼ nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zarʼek wîrʼa bû. Çimkî bawer kir, ku Yê wîrʼa soz daye amin e.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe.


Lê tʼenê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd beʼrê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin.


Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan