Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 6:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Nexwe heta ku fersenda me hebe, em ji hemûyan re, bi taybetî jî ji xwişk û birayên bawermend re qenciyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Аԝа һʼәта кӧ ԝәхт дәстед мәда йә, һʼәмуйарʼа ԛәнщийе бькьн, илаһи нәфәред мала Хԝәдерʼа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بَجا مَ هِندی فُرصَت هَیَ، وَرِن گو اَم قَنجیه همو کَسه بِگَن، مخصوصَن ژی وان مِرُوه گو ایمان مسیحْ هَنَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 6:10
38 Iomraidhean Croise  

Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?


Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Hevalê xwe hʼiz bike û bijene dijminê xwe›.


Paşê wanrʼa got: «Rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Rʼuhʼekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir.


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Awa ez hîvî ji we dikim, hʼizkirina xwe hindava wîda mak kin.


Wana tʼenê bihîstibû ku: «Ewê wextekê em dizêrandin, niha xwexa wê bawerîyê dannasîn dike, kʼîjan wî wextekê dikir ku xirab ke».


Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.


ji kʼîjanî her qebîleke eʼrd û eʼzmana navê xwe distîne.


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e.


Ez bi saya Xudan gelekî şa me, ku we pey haqas wextrʼa ez bîr anîm, bona min xem xwar. Belê we dikir jî, lê mecal nedikʼete we.


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî rʼazî nabe, ne ku tʼenê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan rʼadibe û wan ji civînê jî derdixe!


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Ez gelekî şa bûm, çaxê çend bira hatin û şeʼdetî dan, ku tu nava rʼastîyêda amin î, çawa te pêşda rʼastîyêda dijît jî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan