Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 5:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Îcar hûn baş dibezîn; kî ji we re bû asteng ku hûn bi ya rastiyê nekin?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Һун рʼьнд пешда дьчун! Кʼе һун данә сәкьнандьне, кӧ ельми рʼастийе нәбьн?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اون باش دِبَزین. که پِشیا وَ گِرت گو اون ژه راستیه اطاعته نَگَن؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 5:7
17 Iomraidhean Croise  

Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin.


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?»


Ez turuş nakim bona tiştekî usa xeber dim, pêştirî wan tiştêd ku Mesîh bi destê min kirine, bona guhdarîya necihûya, heger bi xebera be yan kira be,


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, hʼemû jî dirʼevin, lê tʼenê yek xelatê distîne? Usa birʼevin, ku hûn bistînin.


Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we tʼevî hev dike wê ser bela xwe vebe, kʼî jî hebe.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe.


Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan