Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 4:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Bi vî awayî jî gava ku em zarok bûn, em di bin hêzên ruhî yên vê dinyayê de bindest bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Ӧса жи әм гава һе рʼӧһʼанида «хьшим» бун, мә хӧламти сьхьред ве дьнйайерʼа дькьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 راستا مَدا ژی هَ وِسایَ، وقته گو اَم صغیر بون، اَم خُلامه راوِژه وه دُنیایه بون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 4:3
20 Iomraidhean Croise  

Werine cem Min hʼemûyêd westîyayî û bargiran û Ezê rʼihʼetîyê bidime we.


Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.


Îdî çima hûn Xwedê dicêrʼibînin, nîrekî usa datînine ser stûyê şagirta, ku ne kal-bavêd me karibûne bibin, ne jî me?


Belê em zanin ku Qanûn rʼuhʼanî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî gunerʼa firotî.


Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe.


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê.


Ew bin destê xweykirîya û xemkʼêşada ye, hʼeta wî wextê ku bavê kʼifş kirîye.


Eva yeka cûrʼekî mayîn tê feʼmkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji çʼîyayê Sînayê, bona xulamtîyê tîne, ew Hacer bû.


Hacer Eʼrebistanêda tê hʼesabê çʼîyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarʼêd xweva xulamtîyê dike.


Awa xûşk-birano, em ne zarʼêd carîyê ne, lê zarʼêd ya aza ne.


Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran.


yê ku ne alîyê qeyde-qanûna pirsa zurʼetîyêda bû kʼahîn, lê alîyê qewata jîyîna ku xilazîya wê tʼune.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan