Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 3:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

26 Çimkî hûn hemû bi baweriyê bi saya Mesîh Îsa kurên Xwedê ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

26 Бь баԝәрийе һун һʼәму йәктийа Мәсиһ Исада лаԝед Хԝәде нә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 چون گو ناو مسیحْ عیسیْ دا، اون همو بِ واسِطا ایمانه، گوره خدانَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 3:26
27 Iomraidhean Croise  

Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Awa çʼeʼv bidine Xwedê, çawa zarʼêd hʼizkirî


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me.


wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana,


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,


Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan