Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 3:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Nexwe Şerîet çima çêbû? Ew ji bo ku sûcan derxe meydanê, ser ve hatiye zêdekirin, da ku heta dûndana ku ji wî re hatibû sozdan bê, bimîne. Ew Şerîet bi rêberiya milyaketan bi destê navberkarekî hat sazkirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 Иди мәрәме Ԛануне чь бу? Ԛанун сәрда зедә бу кӧ нәһәԛи бе наскьрьне у гәрәке әԝ бьма һʼәта һатьна Зӧрʼәта ԝи, кʼижанирʼа соз дабу. Ԛанун жь алийе мьлйакʼәтада, бь дәсте навчетийа йәки һатә дайине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بَجا شِریعَت بُچی هات؟ شِریعَت بَر خاطره آشگَرا گِرِنا تقصیرا هات، اَو ژی تِنه حَتا وه وقته گو اَو نَسلا گو بُ وه وَعدَ هاته بو دایین، بِت. شِریعَت بِ واسِطا میلیاکَتا و واسِطَگَرَگه هاتَ داناندِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 3:19
31 Iomraidhean Croise  

Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›».


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me.


Werʼa Qanûn bi destê milyakʼeta hate dayînê, lê we xwey nekir!»


Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê.


Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin,


Xwedê ne ku milyakʼet kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser kʼîjanê em xeber didin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan