Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Galatî 3:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Îcar soz ji Birahîm û ji dûndana wî re hatin dayîn. Nayê gotin wek ku ji bo gelekan be: «Ji hemû dûndanê re», lê belê wek ku ji bo yekî bi tenê be, dibêje: «Ji dûndana te re», ku ev jî Mesîh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Аԝа әԝ соз Бьраһим у зӧрʼәта ԝирʼа һатьнә дайине. Ньвисареда найе готьне: «Зӧрʼәтед тә» чаԝа бона гәләка, ле бона йәки: «Зӧрʼәта тә» у әԝ зӧрʼәт Мәсиһ ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 ایجا، وَعدَ بُ ابراهیم و نَسلا وی هاتنَ دایین. اَو نابِژیت گو: «بُ نَسلا،»وِسا گو مِرُو دِبِژیت گَلَکِن، بَلگو دِبِژیت: «بُ نَسلا تَ،» گو منظورا وه مِرُوَگَ، آنی مسیحْ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Galatî 3:16
28 Iomraidhean Croise  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


çawa kal-bavêd me, Birahîm û zurʼeta wîrʼa bona hʼeta-hʼetayê sozê Xwe dabû».


Hûn mîratʼxurêd pʼêxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê tʼevî kal-bavêd we girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zurʼeta te ezê dua hʼemû miletêd dinyayê bikim›.


usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in.


Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.


Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e.


Awa hûn bedena Mesîh in û her yek ji we endemekî bedena Wî ye.


Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî.


Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê.


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.


û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan