Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 4:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Бона тʼӧ тьшти хәм нәкьн, ле хԝәстьна ԝә бьра бь дӧа-дьрозга, рʼазибунева тʼәвайи, Хԝәдева әʼйан бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 نیارانه چه دِشدی نَبِن، بَلگو همو دِشدی دا بِ دعا و لاواهیا، هَ وِسا بِ شُکُر گِرِنه، داخازیه خو نیشا خدا بِدَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 4:6
45 Iomraidhean Croise  

Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê.


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.


Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi werʼa lazim e.


Xudan lê vegerʼand û gotê: «Mertʼa, Mertʼa, tu bona gelek tişta xema dikî û tʼevîhev dibî.


Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Lema Ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin.


Li van tişta negerʼin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Ber xwe nekʼevin.


Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin


Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Xulam bûyî gava hatî gazîkirinê? Xem neke. Lê heger dikarî aza bî, wê mecalê ji destê xwe neke.


Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê.


bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.


Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.


Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona hʼemû meriva dua bikin, rʼeca kin, lava kin, rʼazîbûnê bidin,


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


û hʼemû xemêd xwe bavêjine ser Wî, çimkî Ew bona we xem dike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan