Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 4:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Ne ku ez li pey diyariyê me, lê ez dixwazim ku qezenca hesabê we zêde bibe, yanî diyariya we ber bide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әз нә кӧ тьштәки пʼешкʼеш дьхԝазьм, ле дьхԝазьм кӧ кʼар сәр һʼәсабе ԝәда зедә бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 وِسا نینَ گو اَز دوو اِستاندِنا دیاریه دا بِم، بَلگو اَز دوو وه حاصِله دا مَ گو سَر حسابا وَ زِدَ بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 4:17
26 Iomraidhean Croise  

Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Awa pey vê kirinêrʼa, gava kʼomeka tʼopkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim.


Dîsa dibêjim, bira tʼu kes min bêhʼiş hʼesab neke. Lê heger hûn dikin jî, îdî bira min mîna yekî bêhʼiş qebûl kin, ku ez jî hinekî pʼeya bême xwe.


Lema jî min rʼê têrʼa dît, hîvî ji bira kir, ku berî min bêne cem we û tʼivdarekê wê pʼêşkʼêşa gumre, ya ku we soz dabû bibînin. Hingê ewê bi rʼezedilîyê hazir be, ne ku bi destê zorê.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Ne ku ez hʼewcê tiştekî me ku vê yekê werʼa dibêjim. Ez hîn bûme, ku hʼemû hʼalîda rʼazî bim.


Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.


Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî,


Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan