Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 3:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Çimkî wek ku min berê jî gelek caran ji we re gotiye û niha jî ez bi girîn dibêjim, gelek hene ku di jiyana xwe de dijminên xaça Mesîh in.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Чьмки гәләк жийина хԝәда дьжмьнед хаче Мәсиһ ьн, бона кʼижана мьн гәләк щара ԝәрʼа готийә, ньһа жи бь гьри дьбежьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون گَلَک مِرُو گو مِن راستا واندا گَلَک جارا گُتیَ وَ و هَ نَهَ ژی بِ رُنِگا دِبِژِم وَ، بینا دُژمِنه خاچا مسیحْ رِفتار دِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 3:18
30 Iomraidhean Croise  

Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya


Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,


ku ez gelekî ber xwe dikʼevim û kula dilê min jî kʼûr e.


Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast.


Gava yek ser hʼalê xweda digirî, ez jî tʼevî wî digirîm! Gava yek ji rʼê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile!


Min bi gelek hêsira, bi gelek kʼeder û kʼesera dilê xwe werʼa nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe kʼevin, lê wekî wê kʼûrayîya hʼizkirina mine hindava xweda feʼm bikin.


Rʼast mizgînîke din tʼune, lê hinek hene we tʼevî hev dikin û dixwazin Mizgînîya Mesîh biguhêzin.


Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.


çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim,


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Belê em dibihên ku nava weda hinek bêpʼergal-bêxîret dijîn, ne şixulkʼarê xwe ne, lê tʼevî şixulê xelqê dibin.


îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin,


pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan