Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 3:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Ez dixwazim Wî û qewata rʼabûna Wîye ji mirinê nas kim û tʼevî cefayêd Wî bim, bikʼevime hʼalê mirina Wî,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Ez dixwazim Mesîh û hêza vejîna wî bizanim û bibim hevparê cefayên wî û bi mirina wî bibim wek wî,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Әз дьхԝазьм Ԝи у ԛәԝата рʼабуна Ԝийә жь мьрьне нас кьм у тʼәви щәфайед Ԝи бьм, бькʼәвьмә һʼале мьрьна Ԝи,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 گو اَز مسیحْ و قُدرَتا رابونا وی ناو مِریادا ناس گَم و ناو زَجره ویدا بِبِمَ شِریگ و ناو مِرِنا ویدا بِبِمَ بینا وی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 3:10
34 Iomraidhean Croise  

Ewî wanarʼa got: «Rʼast e hûnê wê kʼasa Min vexwin, lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa alîyê Bavê Minda hatine hazirkirinê».


Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî.


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin».


Ji destê wê mirina tirs û xof Ewî em xilaz kirin û wê xilaz ke jî. Û gumana me heye ku wê dîsa me xilaz ke,


Belê çawa em tʼevî wan cefayêd Mesîhe gelek dibin, usa jî gelekî bi destê Mesîh ber dilê meda tê hatinê.


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Ji vir şûnda bira tʼu kes zeʼmetê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe.


hʼeta ku em hʼemû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kurʼê Xwedê naskirinêda tʼifaq bin, bibine merivêd gihîştî, tʼam weke bejin-bala Mesîh.


Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Ez vê yekê jî rʼast dibînim, wekî hʼeta vî qalibîda me bînime bîra we.


Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.


Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan