Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Ewî Xwe nimiz kir, hʼeta mirinêrʼa jî qayl bû, ew jî mirina ser xaçê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Әԝи Хԝә ньмьз кьр, һʼәта мьрьнерʼа жи ԛайл бу, әԝ жи мьрьна сәр хаче.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 و سَر شِکله انسان پَیدا بو خو گوشگَ گِر و حَتا حده مِرِنه، حتا مِرِنا سَر خاچه مطیع بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:8
26 Iomraidhean Croise  

Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn.


Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».


Careke din jî Îsa çû dua kir û got: «Bavê Min! Heger nabe ku ev kʼasa cefê ji Min derbaz be hʼeta ku Ez wê venexwim, bira xwestina Te be».


Gava Îsa dua dikir, rʼengê rʼûyê Wî hate guhastinê, kʼincêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn.


Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».


lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Ew nimiz kirin û heqê Wî jê standin. Derheqa zurʼeta Wîda kʼê wê gilî ke? Çimkî eʼmirê Wî ji rʼûbarê dinê hate hildanê».


Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan