Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 lê Xwexa Xwe şkênand, kʼete binyatʼa xulamekî û bû mîna meriva, kʼete dilqê însên.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist, Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 ле Хԝәха Хԝә шкенанд, кʼәтә бьнйатʼа хӧламәки у бу мина мәрьва, кʼәтә дьлԛе инсен.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَلگو بِ اِستاندِنا شِکله خُلامَگه خو خالی گِر، و سَر شِکله انسان هاتَ دُنیایه،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:7
31 Iomraidhean Croise  

«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?


Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin».


Çimkî ez werʼa dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkʼarê cihûya, bona aminîya Xwedê eʼyan ke, wekî ew sozê kal-bavarʼa hatîye dayînê, mak ke


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê,


Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê,


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan