Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Lê hûn dilsoziya wî ya ceribandî dizanin û hûn dizanin ku wek kurekî bi bav re, ew bi min re di xizmeta Mizgîniyê de dixebitî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле һун хԝәха заньн кӧ әԝ йәки чаԝайи щерʼьбанди йә у хԝәха тʼәви мьн Мьзгинидайинерʼа ӧса хьзмәти кьр, чаԝа кӧрʼ баверʼа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله اون دِزانِن گو تیموتائوس لاییق بونا خو ایثبات گِریَ، چون گو اَوی گَل مِدا، بینا گُورَگه گَل بابه خو، شُلا انجیله دا خِذمَت گِری.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:22
20 Iomraidhean Croise  

Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan.


sebir jî kʼetin-rʼabûnê, kʼetin-rʼabûn jî gumanê.


Heger Tîmotʼêyo bê cem we, usa bikin ku ew ji we venekʼişe, çimkî ew jî bona Xudan dixebite, çawa ez.


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêrʼibînim bizanibim kʼa hûn her tiştîda guhdar in.


Em tʼevî wan her du bira, birakî xweyî din jî dişînin, yê ku me gelek tiştîda ew cêrʼibandîye û tʼimê jî xîretkʼêş dîtîye û niha jî hê xîretkʼêş e hindava weda, çimkî ew gelekî weda guman e.


Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin.


Ez vê xeberdanêda eʼmirî ser we nakim, lê wekî hûn çʼeʼv bidine xîreta hinekêd din bona kʼomekdayînê, dixwazim we bicêrʼibînim, kʼa hûn hʼizkirinêda çiqas şîrhʼelal in.


Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê.


Evana ji hʼizkirinê dannasîn dikin, çimkî ew zanin ku ez ser vî qulixî hatime danînê, ku piştgirîyê Mizgînîyê bikim.


çimkî hûn rʼoja pêşinda hʼeta îro tʼevî şixulê Mizgînîdayînê bûne.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Ez dilê xwerʼa yekî mîna wî nabînim, ku bona hʼalê we mîna pêşewitîkî xem bixwe.


Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan