Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 eşqa dilê min bi tʼifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hʼizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 әшԛа дьле мьн бь тʼьфаԛа хԝә һун бьгьһиньнә сери: Бьра әԝ һʼьзкьрьна нава ԝәда бә у сәр нет у фькьрәке бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 وَرِن شادیا مِن کامِل گَن و فِکره وَ یگ بیت و مُحبّته یِگودو بِگَن، دل و فِکره وَ یگ بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:2
28 Iomraidhean Croise  

Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.


Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn.


Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin,


Bi destê şandîya gelek nîşan û kʼeremet nav cimeʼtêda dibûn. (Hʼemû bawermend hevrʼa hêwangeha Silêmanda dicivîyan.


Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Min ew yek neʼma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we hʼemûyada guman im, ku şabûna min şabûna we hʼemûya ye.


û ne ku tʼenê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî merʼa gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dikʼişînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn kʼetê.


tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim,


çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.


Ez dilê xwerʼa yekî mîna wî nabînim, ku bona hʼalê we mîna pêşewitîkî xem bixwe.


Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tʼevî Xudan yekbûyî bira li hev bên.


Rʼast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê rʼuhʼê xweda tʼevî we me û ez şa me ku pʼergalîya weye tʼifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim.


Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Niha, birayê minî ji Xudanda, vê qencîyê bona min bike, bona xatirê Mesîh dilê min rʼihʼet ke.


Ez pʼirʼ şa bûm, ku min ji zarʼêd te hinek dîtin, yêd ku nava rʼastîyêda dijîn, li gora wê tʼemîya ku me ji Bavê standîye.


Şabûna mine ji vê mestir tʼune, çaxê dibihêm ku zarʼêd min nava rʼastîyêda dijîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan