Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 û peyva jiyanê hişk bigirin. Wisa ku, di Roja Mesîh de ji min re bibe pesin, da ku ez badîhewa nebezîbim û min badîhewa keda xwe nedabe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 чаԝа йед хәбәра жийине һьлгьрти. Әзе һьнге Рʼожа һатьна Мәсиһ рʼуспи бьм, кӧ бадиһәԝа нәбәзимә у бадиһәԝа нәхәбьтимә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 هَ وِسا گو وَ خو قاهیم کلاما ژیانِوَ گِرتیَ، گو وِسا رُژا زُوِرینا مسیحْ دا، اَز بِگارِم اِفتخاره بِگَم گو اَز به چِنَ نَبَزیمَ آن به چِنَ مِن زحمت نَکِشایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:16
24 Iomraidhean Croise  

Çi ku Ez teʼrîyêda werʼa dibêjim, ewî nav rʼonayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî.


Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne.


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin.


Bona wê yekê ez usa narʼevim çawa yêd bêmerem, yan jî bi kʼulma herʼime bê.


çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kirîye deya herʼe.


wekî kʼîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Rʼoja hatina Mesîhda şîrhʼelal û bêlekʼe bin


Û ez vê yekêda guman im, Ewê ku dilê weda dest bi şixulê Xweyî qenc kirîye, wê hʼeta Rʼoja hatina Mesîh Îsa jî bigihîne sêrî.


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.


Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan