Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һәр тьшти бе бинтәнги у бе шәрʼ у дәʼԝ бькьн,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 هر شُلَگه به چِمَ چِم و بَحث گِرِنه بِگَن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 2:14
36 Iomraidhean Croise  

Gava heqê xwe standin, hindava xweyê rʼezda bîna xwe teng kirin û gotin:


Me dikaribû ev rʼûna sêsid zîvî zêdetir bifirota û belayî feqîra kira». Bi vî awayî ew kʼulfeta rʼezîl kirin.


Gava vegerʼîyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan eʼlaleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanrʼa kʼetibûne deʼwê.


Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Hingê ya wan li hev negirt, ev bû meʼnî ji hev qetîyan. Barnabas Marqos hilda bi gemîyê çû Qubrisê,


Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin.


Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê.


Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.


Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyakʼetê mirinê kʼoka wan hat.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Qedirê wana bi hʼizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevrʼa tʼifaq bin.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


çimkî hêrsa mêriv heqîya Xwedê nayne sêrî.


Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin.


Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye.


Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe.


Hindava hevda mêvanhʼiz bin, bîna xwe teng nekin.


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan