Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 1:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Dua min ev e ku hezkirina we bi zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de hê û hê zêdetir bibe,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 У әз ве дӧайе дькьм, кӧ һʼьзкьрьна ԝә һе-һе бь занәбун у сәрԝахтийа гьһиштива зедә бә,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 دعایا مِن اَوَیَ گو مُحبّتا وَ زِدَ و زِدَتِر بیت و گَل مَعریفَت و فهما کامِل دا بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 1:9
19 Iomraidhean Croise  

Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.


Bona vê yekê bêfeʼm nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû rʼoj bi rʼoj anegorî sûretê Eʼfirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tʼam nas ke.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Ez dua dikim, wekî heleqetîya teye tʼevî me, nava bawerîyêda me bigihîne wê zanebûna kʼûr, ya ku hindava her tiştêd meye qence tʼevî Mesîh e.


Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda kʼetî-rʼabûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan