Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 1:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Ez di navbera herduyan de ketime tengahiyê; ez dixwazim veqetim û bi Mesîh re bim, çimkî ev hê gelek çêtir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Кʼәтьмә нава дӧ кәвьра: Әз һʼьзрәт ьм кӧ жь ви ԛальби дәрем, һәрʼьмә щәм Мәсиһ, мьнрʼа әва һе гәләки ԛәнщ ә,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 اَز نابَینا وان دویادا زُر مامَ تَنگاتیه دا. داخازیا مِن اَوَیَ گو اَز ژه وه دُنیایه وَقَطِم و گَل مسیحْ دا بِم، چون گو اَوَ گَلَک باشتِرَ؛

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 1:23
24 Iomraidhean Croise  

Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî.


Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, îro tê tʼevî Min buhiştêda bî».


Lê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn lava Wî kir, ku ew jî tʼevî Wî herʼe. Lê Îsa ew verʼêkir û got:


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne».


Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.


Hûn ji alîyê meda bînteng nabin, lê hûn bîna xwe li xwe teng dikin.


lê mayîna mine vî qalibîda hê bona kʼara we ye.


Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.


Çimkî ez xwexa qurbanbûnêrʼa îdî ser rʼoj-rʼoja me û wextê çûyîna min pêrʼa gihîştîye.


Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan