Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filîpî 1:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Çimkî bona min jîyîn Mesîh e û mirin jî kʼar e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Çimkî ji bo min jiyan Mesîh e û mirin jî qezenc e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Чьмки бона мьн жийин Мәсиһ ә у мьрьн жи кʼар ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 چون گو بُ مِن ژیان مسیحَ و مِرِن کار.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filîpî 1:21
16 Iomraidhean Croise  

Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Pawlos, Apolo, Petrûs, dinya, jîyîn, mirin, tiştêd ku niha hene, yan yêd wê bên, her tişt pʼara we ne,


Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.


Awa em her gav vê yekêda eʼseyî guman in. Em zanin hʼeta em vî qalibîda dimînin ji Xudan dûr in,


Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Heger jîyîna vî qalibîda hê kʼarê dide şixulê min, ez nizanim kʼîjanî bibijêrim.


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan