Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Filêmon 1:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

24 Hevalkarên min Marqos, Erîstarxos, Dîmas û Lûqa jî silavan li te dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

24 ӧса жи Марԛос, Әристархо, Димас у Луԛа, һәвал-хәбатед мьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 هَ وِسا ژی همکاره مِن، مَرقُس، آریستارخوس، دیماس و لوقا بُ تَ سِلاوا دِرِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Filêmon 1:24
15 Iomraidhean Croise  

Gava ev yek feʼm kir, çû mala Meryema dîya Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin, ku li wir gelek civîyabûn dua dikirin.


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Hingê Pawlos hevalêd xweva bi gemîyê ji Pafosê rʼêkʼetin hatine Pergêya Pamfîlyayê. Yûhʼenna li wir ji wan qetîya, vegerʼîya Orşelîmê.


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Em kʼetine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rʼêkʼetin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Tʼêsalonîkê merʼa bû.


Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin.


Lê min usa rʼê têrʼa dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku tʼevî min xebitî û şerʼê xwe kir, kʼîjan we şandibû ku kʼomek bida min.


Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


Lûqayê doxtorê delal li we silav dike, usa jî Dîmas.


Civîna Babîlonêda li we silav dike, ya ku tʼevî we hatîye bijartinê, usa jî lawê min Marqos.


Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em tʼevî şixulê rʼastîyê bin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan