Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 6:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gurʼîyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li eʼzmana ye û cem Wî tʼu firqî tʼune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Hûn jî, mîrzano eynî tiştan ji wan re bikin û êdî dev ji gefxwarinê berdin, çimkî hûn dizanin ku Xudanê we û yê wan li ezmanan e û li ba wî xatirgirtin tune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Һун жи хԝәйино, һьндава ԝанда ӧса бьн. Дәст жь гәф-гӧрʼийе бькьн. Һун заньн кӧ Хԝәйе ԝан жи, Йе ԝә жи ль әʼзмана йә у щәм Ԝи тʼӧ фьрԛи тʼӧнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 گَلی اَربابا، گَل خُلامه خو هَ وِسا رِفتار گَن، دَسته خو ژه تهدید گِرِنا وان بِکِشِن، چون اون وِنَ دِزانِن گو، اَوه گو هم اَربابه وانَ و هم اَربابه وَ، اَسمانی دایَ و اَو نابَینا چه کَسه فَرق و جُداتیه نادانِت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 6:9
40 Iomraidhean Croise  

Û ew xulam derkʼetine serê rʼîya, kʼî ku dîtin, qenc û xirab, tʼev civandin û mala deʼwatê bi xwendîyava tʼijî bû.


Hingê gote xulamêd xwe: ‹Deʼwat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn.


Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist›


Ewê wî qet-qetî ke û pʼara wî wê tʼevî durʼûya ke. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana.


Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera.


Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin.


Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme.


Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta.


Çimkî li cem Xwedê firqî tʼune.


civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:


Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e.


Lê yê neheq wê weke neheqîya xwe bistîne, çimkî li cem Xwedê tʼu firqî tʼune.


Xweyîno, xulamêd xwerʼa heqîyê û rʼastîyê bikin. Bizanibin ku Xweyê we jî li eʼzmên heye.


Çimkî bê rʼeʼm wê dîwana bêrʼeʼma bibe, lê rʼeʼm li ber dîwanê rʼûspî dike.


Heger hûn qanûna Pʼadşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike», hûn qenc dikin.


We ew heqêd pʼalêd ku eʼrdê we didirûtin nedanê. Va ye ew heq dikine zarîn. Şikîyatê wan pʼala gihîştîye guhê Xudanê Zor.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan