Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 6:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 ne ku bi xulamtîya li ber çʼeʼva, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Vê yekê ne bi xizmeta ku li ber çav tê kirin ku li mirovan xweş bê, lê belê wek xizmetkarên Mesîh, daxwaza Xwedê ji dil û can bînin cih.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 нә кӧ бь хӧламтийа ль бәр чʼәʼва, кӧ ль мәрьва хԝәш бен, ле чаԝа хӧламед Мәсиһ бь дьл ԛьрара Хԝәде бьԛәдиньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و وه شُله، نه تِنه وقته گو اون بَر چاوه وانِن، بینا وان مِرُوه گو دوو راضی گِرِنا خلقه دانَ، بَلگو بینا خُلامِت مسیحْ گو اِرادا خدا بِ دل و جان تینِنَ جی، بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 6:6
20 Iomraidhean Croise  

Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne.


Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Bona vê yekê bêfeʼm nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan.


Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Xwestina Xwedê ew e, ku hûn hʼelal bin, ji qavîyê dûr bin.


Werʼa sebir lazim e ku hûn eʼmirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê Wî.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Çimkî ev e qirara Xwedê, ku hûn bi qencîkirinê dengê merivêd bêhʼişe nezan bidine birʼînê.


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


Dinyayê jî derbaz be, havijîya wê jî, lê ewê ku eʼmirê Xwedê diqedîne wê hʼeta-hʼetayê bimîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan