Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 6:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 De bira eʼdilayî û hʼizkirin bawerîyêva tʼevayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Bila aştî û bi baweriyê hezkirin ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ji birayan re be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Дә бьра әʼдьлайи у һʼьзкьрьн баԝәрийева тʼәвайи жь Бав Хԝәде у Хӧдан Иса Мәсиһ ль хушк-бьра бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 ژه آلیه خدایه باب و خاده عیسیْ مسیحْ، آشتی و سِلامتی و مُحبّتا بِ ایمانه سَر بِرایا بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 6:23
21 Iomraidhean Croise  

Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.


De bira Xwedêyê eʼdilayîyê tʼevî we hʼemûya be. Amîn.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


De bira eʼdilayî û rʼeʼm ser wan hʼemûya be, kʼîjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be.


Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin.


Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkʼar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e.


Bi rʼamûsana hʼizkirinêye dilê sax hevdu silav kin. De bira eʼdilayî li we hʼemûyêd pʼara Mesîh be. Amîn.


Çimkî ez bi wê gumanê me, ku ezê zûtirekê te bibînim û emê rʼû bi rʼû xeber din.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan