Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 6:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 бона Кʼижане әз бь ван ԛәйде хԝә ԛасьдийе дькьм. Дӧа бькьн, ԝәки әз бона Ԝе тӧрӧш кьм хәбәр дьм, чаԝа лазьм ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هَمَن اَو انجیلا گو اَز سَفیره وه مَ، دوزَ گو سَفیرَگه ناو زنجیره دا! دعایا بِگَن گو اَز اَوه بِ جُراَته بِدَمَ بیهیستِن، هَ وِسا گو گِیرهاتیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 6:20
31 Iomraidhean Croise  

Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?»


Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku tʼenê tu, lê hʼemûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda».


Lema jî min hîvî kir, ku we bibînim û tʼevî we xeber dim. Belê ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me».


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Petrûs û şandîyêd mayînva cab dan û gotin: «Em gerekê gurʼa Xwedê bikin, ne ku ya meriva.


Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim,


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


Dua bikin, ku ez wê usa zelal bidime eʼyankirinê, çawa borcê min ew gerekê bê gotinê.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir,


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


bona lawê xwe Onîsîmo hîvî ji te dikim, yê ku qeydê minda çawa kurʼek minrʼa dinê kʼet.


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan