Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 6:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Чьмки шәрʼе мә нә мьԛабьли хун у гошт ә, ле мьԛабьли сәрԝерти у һʼӧкӧмәтийа йә, мьԛабьли миред ве дьнйа тәʼри йә у мьԛабьли ордийед рʼӧһʼанийә хьрабә ль дийаре әʼзмана нә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 چون گو اَم گَل انسانادا گو ژه جسم و خونِن بَسینگانه ناگَن، بَلگو اَم له ضِدّ سَرُکا، له ضِدّ خُدان قُدرَتا، له ضِدّ وان قُدرَته گو سَر وه دُنیایا تاری مسلطِن و له ضِدّ قُدرَته روحانیَ پیس ناو جیِت اَسمانی دا شَری دِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 6:12
25 Iomraidhean Croise  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


«Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin.


Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».


Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.


Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,


Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat,


Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.


Û ev yek ne tiştekî eʼcêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyakʼetê rʼonayîyê.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Kurʼê Xwe minva eʼyan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe tʼu kesî nekir,


Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.


Leckʼarek jî kʼofîyê nastîne, heger li gora qeyde nekʼeve lecê.


Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin.


We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan