Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 5:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Awa binihêrʼin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfeʼma, lê mîna serwaxta.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Аԝа бьньһерʼьн кӧ һун ньге хԝә фәсал бавежьн, нәбьнә мина бефәʼма, ле мина сәрԝахта.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَجا، باش چاوه وَ له بیت گو اون چاون رِفتار دِگَن، رِفتارا وَ بینا نَزانا نَبیت بَلگو بینا زانایان بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 5:15
26 Iomraidhean Croise  

Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax.


Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfeʼm.


Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».


Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî».


Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin?


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Çima hûn haqas bêhʼiş in, ku we bi Rʼuhʼê Xwedê destpêkir û niha bi merivayî xilaz dikin?


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Belê ji we her kes jî bira jina xwe hʼiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan