Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 4:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 De bira her teʼlayî, hêrs, berzeqî, qarʼe-qarʼ û gotinêd nerʼêda ji we dûr bin tʼevî her cûrʼe kʼîn-boxîyêva.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

31 Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

31 Дә бьра һәр тәʼлайи, һерс, бәрзәԛи, ԛарʼә-ԛарʼ у готьнед нәрʼеда жь ԝә дур бьн тʼәви һәр щурʼә кʼин-бохийева.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 خو ژه هر جورَ طالاتیه، غَضَبه، کَربه، هَوار هَواره، بُختان گِرِنه و هر جورَ خِرابیه دور بِگِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 4:31
62 Iomraidhean Croise  

Tʼemamîya bajêr hʼejîya, eʼlalet bi lez kʼom bû, Pawlos girtin ji pʼaristgehê kʼaşî derva kirin û derêd wê pêrʼa-pêrʼa hatine girtinê.


Devê wana tʼijî nifirʼ û teʼlî ye,


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


pʼûtpʼaristî, pîresêrtî, neyartî, şerʼ-deʼw, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, dutîretî, cudetî,


De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye


Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne.


Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava


Mêrno, kʼulfetêd xwe hʼiz bikin, dilê wan neêşînin.


Lê niha hûn van hʼemûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqîyê, xirabîyê, tiştêd nebûyî û xeberêd necayîz ji devê xwe.


Usa jî bira jinêd wan giran, ne buxdanbêj, lê xwegirtî, her tiştîda amin bin.


ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.


Serda jî mal bi mal digerʼin, xwerʼanedîtî hîn dibin, ne tʼenê xwerʼanedîtî ne, usa jî gilîgerʼo, tʼevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin.


Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên.


dilsar, bêrʼeʼm, buxdanbêj, temsist, zulmkʼar, neyarêd qencîyê,


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Pîrejin jî bira usa pʼergal bin, çawa li merivêd Xwedê dikʼeve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin,


Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be,


Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin.


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.


Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc.


Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune.


Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan