Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 4:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd pʼara Îsa, hûn wê rʼastîya nava Wîda hîn bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Бәле ԝә бона Ԝи бьһистийә жи у чаԝа йед пʼара Иса, һун ԝе рʼастийа нава Ԝида һин бунә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بله هَگو اَم گُمان گَن گو وَ راستا ویدا بیهیستیَ و گورَیَگی وه راستیا گو ناو عیسی دایَ، اون ناو ویدا فِر بونَ،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 4:21
20 Iomraidhean Croise  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Ew e ew Rʼuhʼê ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?


Çimkî hʼemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh «Belê» ne, lema jî em bi Wî «Amîn» dibêjin, bona rʼûmeta Xwedê.


Bi wê rʼastîya Mesîh, ya ku nava minda ye, rʼûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê.


Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne pʼara Xwedê, gava we xebera rʼastîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê.


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


rʼaw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî hʼîmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê rʼazî şikirîyê bidine Wî.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan