Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 3:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Ez bûme berdestîyê vê Mizgînîyê, anegorî dayîna ji kʼerema Xwedê, ya ku bi kirina qewata Wî minrʼa hatîye dayînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Li gor diyariya kerema Xwedê ya ku bi xebata hêza wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Әз бумә бәрдәстийе ве Мьзгинийе, анәгори дайина жь кʼәрәма Хԝәде, йа кӧ бь кьрьна ԛәԝата Ԝи мьнрʼа һатийә дайине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 گورَیَگی دیاریا لطفا خدا اَز بومَ خِذمَتکاره وه انجیله، گو بِ واسِطا قُدرَتا وی گو دِخَبِتیت بُ مِن هاتیَ دایین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 3:7
22 Iomraidhean Croise  

Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire.


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye.


Çimkî Xwedêyê ku Petrûs kire şandîyê cihûya, hema Wî jî ez kirime şandîyê necihûya.


û çi ye ew qewata Wîye mezine bêhimber, ya ku nav me bawermendada dixebite. Ev e ew qewata Wîye zor,


Gerekê we bihîstibe, ku ev wekʼîltîya kʼerema Xwedê bona we minrʼa hatîye dayînê.


Awa şikir ji Wîrʼa be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite,


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan