Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 3:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa surʼa Mesîh feʼm dikim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 у гава һун бьхуньн, һуне бькарьбьн бьзаньбьн кӧ әз чаԝа сӧрʼа Мәсиһ фәʼм дькьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بِ خاندِنا وه، اون دِگارِن تِبِگَهَشِن گو مِن چاون سِرّا مسیحْ فام گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 3:4
19 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê.


Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû.


Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.


Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim,


ew surʼa ku ji dewr û qurʼnada veşartî bû, lê niha cimeʼta Wîva eʼyan bû.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Rʼastîya bawerîyêye eʼyanbûyî bi îsafa rʼihʼet xwey kin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan