Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 2:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Әм һʼәму жи ԝәхтәке пәй ԝан тьшта дьчун, бь дьлһавьжийед бьнйатʼа мәрьвайе дьжит у дьл у фькьред мәрʼа чь дәрбаз дьбун мә әԝ дькьрьн у бьнйатʼа хԝәда жи һежайи хәзәба Хԝәде бун, чаԝа йед майин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 زَمانَگه اَم همو نابَینا واندا، ناو شهوته جسمه خودا دِژیان و مَ داخازیه بَدَن و فِکره تینا جی و اَم ذاته خودا بینا بَشَره دی، زارویه غَضَبه بون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 2:3
54 Iomraidhean Croise  

xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet rʼîya xweda herʼe.


Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin.


Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir, lê niha bi neguhdarîya wana we rʼeʼm dît,


Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertʼal û guh nedine wan xwestinêd binyatʼa xweye merivayî.


Necihûyêd ku Qanûna wan tʼune, gava bê hʼemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn.


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê rʼast hʼesab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin.


Awa bira îdî gune hʼukumî ser qalibê weyî pʼûçʼî-mirî neke, ku hûn gurʼa xwestinêd wî bikin.


Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê.


Lê çi vê yekêrʼa heye, heger Xwedê xwest berî kʼifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêrʼa hazir sekinî ne?


Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe?


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye


Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn,


Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman.


Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê hʼişyar û serxwe bin.


Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Mîna zarʼêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda.


Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çʼeʼvhavijî û kʼubar-babaxîya vî eʼmirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne.


Lê belê tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, ku rʼastîya wê yekê çawa nava Wîda xuya dibe, usa jî nava weda. Çimkî teʼrî derbaz dibe û rʼonaya rʼast îdî rʼonayê dide.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan