Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 2:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Û Mesîh bedenekêda her du tʼevî Xwedê bi xaçê Xwe li hev anîn, çimkî bi wê kirinê dijminatî kʼokêva rʼakir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 У Мәсиһ бәдәнәкеда һәр дӧ тʼәви Хԝәде бь хаче Хԝә ль һәв анин, чьмки бь ԝе кьрьне дьжмьнати кʼокева рʼакьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 و مَ هر دوگا ناو بَدَنَگه دا گَل خدا پِگ بینیت، بِ واسِطا خاچه گو سَر وه دُژمِناتی گُشت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 2:16
14 Iomraidhean Croise  

Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Çimkî fikira binyatʼa merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne, ne jî dikare.


Nanek heye, lema em hʼemû jî bedenek in, çimkî em hʼemû jî ji wî nanî kerdikin.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî.


Eva surʼa vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê tʼevî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîpʼarêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa.


Çawa beden yek e û Rʼuhʼ yek e, hûn jî gumanekêrʼa hatine gazîkirinê.


û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan