Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 2:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha tʼevî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле һун кӧ ԝәхтәке дури ван йәка бун, ньһа тʼәви Мәсиһ Иса бунә, бь хуна Мәсиһ һун незик бунә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله نَهَ ناو مسیحْ عیسیْ دا، اون گو زَمانَگه دور بون، بِ واسِطا خونا مسیحْ نِیزوک بونَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 2:13
41 Iomraidhean Croise  

Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Şimhʼûn gilî kir, ku çawa pêşîyê Xwedê rʼeʼma Xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimeʼtekê derxe, wekî navê Wî hildine ser xwe.


Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye,


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Yektîya Wîda em ji mirinê rʼakirin û tʼevî Wî em li dîyarê eʼzmana dane rʼûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa.


Lema peymana pêşin jî bê xûn nehate tʼestîqkirinê.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan