Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 1:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әԝи сӧрʼа хԝәстьна Хԝә мәва әʼйан кьр, чаԝа ль Ԝи хԝәш һат, йа кӧ һе пешда ԛьрар кьрьбу, ԝәки йәктийа Мәсиһда бинә сери,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 خدا بِ وه شُله سِرّا اِرادا خو گورَیَگی قَصدا خو گو ناو مسیحْ دا آشگَرا گِر، بُ مَ دا زانین،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 1:9
28 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir.


Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi kʼerema Xwe ez kʼifş kirim),


Kurʼê Xwe minva eʼyan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe tʼu kesî nekir,


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê.


anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan