Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 ya ku wî bi her şehrezayî û fêmdariyê bi zêdehî daye me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 йа кӧ Ԝи бь мәрʼдани сәр мәда баранд, пе һʼәму сәрԝахти у фәʼмдарийе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 گَلَک زِدَ دایَ مَ، ناو تواوی حکمت و فهمه دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 1:8
17 Iomraidhean Croise  

Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».


Çiqasî kʼûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji hʼiş-aqila dûr in û kes serederîyê ji rʼîyêd Wî nake!


Lê pʼêşkʼêşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde kʼerema Xwedê û dayîna ku bi kʼerema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû.


Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye,


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Bi dengekî bilind distiran digotin: «Ew Berxê serjêkirî hêja ye ku qewatê, dewlemendtîyê, serwaxtîyê, karînê, hurmetê, rʼûmetê û pesinê bistîne».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan