Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Efesî 1:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Xwedê, Mesîh ne tenê di vê dinyayê de, lê di dinya ku bê de jî derxist ser her serwerî, desthilatî, hêz û xudantiyê û derxist ser her navê ku tê bîranîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Әԝ дани сәр һʼәму сәрԝертийа, һʼӧкӧмәтийа, ԛәԝата, хӧдантийа у ӧса жи сәр һʼәму навед кӧ тенә һьлдане, нә кӧ тʼәне ль ве дьне, ле ԝе дьне жи.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 سَرتِر ژه تواوی سَروَریا و اقتدارا و قُدرَتا و حُکمداریا، و سَرتِر ژه هَچی ناوه گو سَر مِرُوَگه دِتَ داناندِن، نه تِنه وی زَمانَیی دا بَلگو زَمانه پاشوَقتیه دا ژی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Efesî 1:21
20 Iomraidhean Croise  

Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.


Kurʼ haqasî ji milyakʼeta jortir kʼet, çiqasî ew navê ku Wî stand ji navêd wan mestir e.


Xwedê ne ku milyakʼet kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser kʼîjanê em xeber didin.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan