Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Cihûda 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Bi eynî awayî Sodom, Gomora û bajarên der û dora wan jî wek wan fuhûşî kirin û ketin pey bedenên din. Ew bajar bi kişandina cezayê agirê herheyî bûn mînak.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ве жи бир нәкьн чаԝа Содом, Гомора у бажаред дор-бәред ԝан, мина ԝан жь гӧрʼа Хԝәде дәркʼәтьн ԛави кьрьн, чʼәʼв авитьнә бәдәна башԛә у диԝана агьрийә һʼәта-һʼәтайе сәр хԝәда анин. Әвана иди бона мә тʼәрз у дәрс ьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 هَ وِسا، شَهره سُدوم، عَمورَه و شَهره دُر و بَر گو بینا وان به ناموسی گِرِن و کَتنَ دوو شهوته گو بُ بَدَنه طبیعی نَبون، بِ تحمل گِرِنا جَزایا آگِره اَبَدی، بونَ عبرت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Cihûda 1:7
27 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodomê wê ji hʼalê te çêtir be».


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Lê ew rʼoja ku Lût ji Sodomê derkʼet, agir û kʼirkʼût ji eʼzmên barî, qirʼa hʼemûya anî.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan kʼevin, rʼûyê wanda wê rʼîya rʼastîyê bê bêhurmetkirinê.


Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepʼakêd pey wanrʼa dersek hişt.


Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan