Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Cihûda 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Û wî ew milyaketên ku serwertiya xwe neparastin, lê belê dev ji rûniştgehên xwe berdan, bi zincîrên herheyî ji bo dîwana Roja Mezin di bin tariyê de hilanîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 У әԝ мьлйакʼәтед кӧ һʼӧкӧме хԝә хԝәй нәкьрьн, ле щийе хԝә шьһʼьтандьн, Хԝәде ԝан бь ԛәйдед һʼәта-һʼәтайейә тәʼристанийеда хԝәй дькә, бона ԝе Рʼожа һʼәсабә Диԝане.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَوی، اَو میلیاکَته گو سَر مقاما اقتدارا خو نَمان، بَلگو جیه خو یه باش بَردان، ناو کوراتیا تاریتیه دا بِ زنجیره اَبَدی حَتا دیوانا وه رُژا عَظیم خُدان گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Cihûda 1:6
12 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Lê tu bi serhʼişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona Rʼoja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be.


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


lê tʼenê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û kʼûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê hʼûfî xwe ke.


Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.


Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,


pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Ewî ew zîya girt, awa gotî ew meʼrê berê, ku xwexa mîrêcin û şeytʼan e û hʼezar salî girêda.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan