Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Cihûda 1:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Хԝәдейе бешьрики-беһәвал, Хьлазкьре мәрʼа, бь дәсте Иса Мәсиһе Хӧдане мә, шькьр у мәзьнайи, ԛӧдрәт у һʼӧкӧмәт бә, бәри һәр-һәйе у ньһа жи у һʼәта-һʼәтайе! Амин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 سَر اَو خدایه یکتا، نجاتگَره مَ، بِ واسِطا خادیه مَ عیسیْ مسیحْ، شُکوه و جلال و عَظمَت و سَلطَنَت و اقتدار بیت، اَوه گو ژه اَزَله هَبویَ، نَهَ هَیَ و حَتا اَبَده دیه هَبیت! آمین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Cihûda 1:25
32 Iomraidhean Croise  

Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


û rʼuhʼê min bi Xwedê Xilazkirê min şa dibe,


Hûn samerî Wî dihʼebînin, Kʼîjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dihʼebînin, Kʼîjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Çiqasî kʼûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji hʼiş-aqila dûr in û kes serederîyê ji rʼîyêd Wî nake!


Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Şikir ji Xwedêyê tʼenêyî serwaxtrʼa, bi saya Îsa Mesîh, hʼeta-hʼetayê. Amîn.


ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


şikir ji Wîrʼa nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, hʼemû zemanîda, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Li ber Xwedêyê Xilazkirê me ev e qenc û li Wî xweş,


destdirêjayîyê nekin, lê aminîya qence tʼam nîşanî wan kin, wekî hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her alîyava bixemilînin.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Lê gava şîrinayî û hʼizkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû,


Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan