Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 9:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Hingê Petrûs hʼemû derxistine derva, çok da dua kir û ser cinyazda vegerʼîya got: «Tabîtʼa! Rʼabe ser xwe». Ewê çʼeʼvêd xwe vekirin, li Petrûs nihêrʼî, rʼabû rʼûnişt.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

40 Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

40 Һьнге Пәтрус һʼәму дәрхьстьнә дәрва, чок да дӧа кьр у сәр щьнйазда вәгәрʼийа гот: «Табитʼа! Рʼабә сәр хԝә». Әԝе чʼәʼвед хԝә вәкьрьн, ль Пәтрус ньһерʼи, рʼабу рʼуньшт.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 بله پِطرُس اَو همو دَرخِستِنَ دَروَ و کَتَ سَر چُکا و دعا گِر. پاشه زُوِری بُ آلیه جنازَ و گُت: «طابیتا، رابَ!» طابیتا چاوه خو وَگِرِن و وقته پِطرُس دیت، رابو رونِشت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 9:40
14 Iomraidhean Croise  

Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Lê gava cimeʼt derxistine derva, Îsa çû hindurʼ destê wê girt û qîzik rʼabû ser xwe.


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr kʼet, çok da dua kir


Û Îsa destê wê girt, deng da wê û got: «Qîzik, rʼabe!»


Gava ev yek got, tʼevî hʼemûya çok da dua kir.


Lê gava me ew rʼoj derbaz kirin, em rʼabûn çûn û hʼemûya jina û zarʼava hʼeta bajêr der em verʼêkirin û devê beʼrê me çok da dua kir.


Bavê Poplîyo tʼayêda bi zikêşîyê nexweş pʼaldayî bû. Pawlos çû cem wî, dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir.


Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan