Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 9:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Yafayêda kʼulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabîtʼa, ku «Xezal» tê welgerʼandinê. Eva nava hʼemû qencî û xêrkirinada mabû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

36 Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

36 Йафайеда кʼӧлфәтәкә шагьрт һәбу, наве ԝе Табитʼа, кӧ «Хәзал» те ԝәлгәрʼандьне. Әва нава һʼәму ԛәнщи у херкьрьнада мабу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 شَهره یافایه دا شاگِردَگ دِژیا گو ناوه وی طابیتا بو. اَزمانه یونانی دا دورکاس دِبِژِنَ طابیتا گو آنی خَزال. وی ژِنگه گَلَک شُله باش دِگِرِن و کمکا فقیر و ژارا دِگِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 9:36
30 Iomraidhean Croise  

Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin.


Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn.


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


û her tişt wanrʼa gilî kir şandine Yafayê.


Ewî merʼa got, ku çawa mala xweda milyakʼet dîtîye, ku sekinî ye wîrʼa gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin.


«Min bajarê Yafayêda dua dikir, mîna sihʼetekê ser minrʼa derbaz bû. Û min dîtinokêda li ber çʼeʼvê xwe dît, derdaneke mîna destexana mezin her çar goşava ji eʼzmên dardabû hate xwarê, li ber min sekinî.


Yafa nêzîkî Lîdayê bû. Gava şagirta bihîst ku Petrûs li wir e, du merî şandin hîvî kirin û gotin: «Derengî nebe zû were cem me».


Eva yeka tʼemamîya Yafayêda bela bû û geleka bawerîya xwe Xudan anîn.


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin.


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Her tiştîda jî, tu xwexa bibe tʼerzê kirinêd qenc, nava hînkirinêda bêdurʼûtî û maqûl be,


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan