Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 8:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Gava ewana ji avê derkʼetin, Rʼuhʼê Xudan Fîlîpo hilda, îdî nemêr Fîlîpo nedît, ew eşq û şa rʼîya xweda çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

39 Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

39 Гава әԝана жь аве дәркʼәтьн, Рʼӧһʼе Хӧдан Филипо һьлда, иди нәмер Филипо нәдит, әԝ әшԛ у ша рʼийа хԝәда чу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 وقته اَو ناو آوه دا هاتنَ دَروَ، رِحا خاده فیلیپُس راگِر و بِر و اَوه نَمِر ایدی فیلیپُس نَدیت. اَوه نَمِر بِ شادیه کَتَ رِیا خو و چو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 8:39
29 Iomraidhean Croise  

Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe.


Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.


Hema çawa Îsa ji avê derkʼet, dît ku eʼzman vebûn û Rʼuhʼ mîna kevotkekê li ser Wî danî.


û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.


Ew anîne mala xwe, sifre li ber wan danî û tʼemamîya neferêd xweva şa bûn, ku bawerîya xwe Xwedê anîn.


Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here».


Û nemêr eʼmir kir, ku eʼrebê bidine sekinandinê, her du jî kʼetine avê û Fîlîpo nemêr nixumand.


Hingê şabûneke mezin kʼete wî bajarî.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


Tʼimê pê Xudan şa bin, dîsa dibêjim tʼimê şa bin!


Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan